• DOLAR 32.33
  • EURO 34.737
  • ALTIN 2388.364
  • ...
Li sînora Sûriyê rageşî berdewam e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daxuyaniya ku ji teref TSKyê ve hatiye dayîn ji heremên ku li Sûriyê di bin kontrola YPGê de ne 13 kes êrîş li 11 qereqolan hat kirin û ji ber vê yekê jî TSK bersiv da êrîşan.

Di nava van her du rojan de PYD êrîşî qereqola li Qoser û ya li Akçakale û Ceylanpinarê kir. Di êrîşên ku hatin kirin de eskerek birîndar bû. Ji ber van êrîşên ku hatin kirin TSK bi obusan bersiv da êrîşên PYDê. Li gor agahiyên ewil 3 PYDyî hatin kuştin.

Ji ber êrîşan li Akçakale û Ceylanpinarê tedbirên ewlehiyê hatin zêdekirin. Rayedar ji ber îxtîmala êrîşan ji hoparloran bang ji xelkê re kirin û ji wan xwestin ku neçin heremên li nêzî sînorê.

Parlamenterê Rihayê yê AK Partiyê Kemalettîn Yilmaztekîn ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî di êrîşa ku hatiye kirin de eskerek birîndar bûye û wiha got: “Erdnigariya me ne cihê ku li gor dilên hinekan bên dizaynkirine û tu kes nikare li gor xwe sînoran xêz bike. Ev der erdnigariya Îslamê ya ku ji biratiya Ereb, Tirk û Kurdan pêk tê ye. Ev der her tim bûne axên ku xaçperest jê hatine qewirandin. DIvê ew pêlîstoka DYAyê PYD biqewire.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir