• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Dayîka hêtîman a ku mala wê şewitiye bendewarê alîkariyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li taxa Tilmişira girêdayê navçeya Qosera Mêrdînê Saadet Karakuşa dayîka 6 hêtîman di encama şewata ku ceyran bû sedem de mala wê bû rejî. Karakuş bendewar e ku alîkarî lê were kirin.

Saadet Karakuşa ku 12 salê berê mêrê xwe Cemîl Karakuşê ji dest da ji zarokên xwe re him dêtî û him jî bavtî dike. Karakuş diyar kir ku heftiyeke berê di mala wê de şewat derket. Di encama şewatê de di mala wê de tu tişteke saxlem nema. Mexdûr Karakuş bendewar e ku rêvebir û xêrxwaz alîkariya wê bikin.

Karakuş diyar kur ku wê ji 8 zarokên xwe 2yê wê zewicandiye, yekê wê astengdar bi 3 law û 3 qîzan hewl dide ku bijî. Karakuş diyar kir ku 3 qîzên wê di îmam xatîbê de dixwînin û wek malbat jî ew debara xwe bi 900 TLyê ku didin lawê wê yê astengdar temîn dikin. Karakuş mexdûriyeta xwe wiha anî ziman:

“Em di holê de mane”

“Agir ji qontaxa ceyranê derket. Ez di odê de zarokên min jî li vir radizan. Lawê min ji min re got; ‘dayê mala me dişewite’. Me xwe bi zorî xelas kir. Wekê ku hûn dibînin her tişt şewitiye. Tu tişteke nema. Em çi bibêjin. 12 sal berê mêrê min wefat kir. 8 zarokên min hene. 2yê wê zewicîne. Yên din ezeb in. 3 qîzên min hene. Di îmam xatîbê de dixwînin. Me xênî û dolaban nû çêkiribû. Hêj me deynê wan nedaye. Em jî nizanin çi bikin. Min zarokên xwe mezin kir. Min got ‘hemd ji Xweda re. Zarokên min mezin bûn. Dê her tişt birêk û pêk bibe.’ Niha jî mala me şewitî. Em di holê de man. Em li cem cîranan dimînin. Lawekî min ê astengdar heye. Em bi meaşê wî debara xwe temîn dikin. Ji xeynê vê yekê dehata me tune. Bila dewlet û xêrxwaz alîkariya me bikin. Heke alîkariya me nekin îmkana me tune.” (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir