• DOLAR 32.38
  • EURO 34.68
  • ALTIN 2392.971
  • ...
Karê bavê xwe ya ku 53 sal e didomîne niha hînê neviyê xwe dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entabê Alî Kazê hosteyê kêran ê 60 salî yê ku bi metodên kevneşopî vê karê 53 sal e didomîne karê ku ji bavê xwe hîn bûye niha jî hînê law û neviyê xwe dike.

Alî Kaz diyar kir ku ev kar wek mîras ji bavê wî jê re maye û ji nîv qernê zêde ye ku heman karê didomîne. Ji bo ku ev meslek bê domandin jî niha ew vê karê hînê lawê xwe Erhan (35) û neviyê xwe Mehmet Korkmaz (22) dike.

“Dema ez 7 salî bûm min dest bi vê karê kir”

Alî Kazê ku di nav bajêr de wek Hoste Alî tê naskirin diyar kir ku ciwan eleqe bi vê karê nakin. Ji ber vê yekê ew dixwaze ku xwedî li mesleka bav û kalê xwe derkeve. Dûvre Hoste wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev meslek ji bav û kalê me maye. Min jî vê karê hînê lawê xwe kir. Ji bo ku ev meslek were domandin ez hînê neviyê xwe jî dikim. Dema ez 7 salî bûm min dest bi vê karê kir.”

“Xebata serê ocaxê bi zehmet e lê ji ber ku ez cixare nakêşim min zêde aciz nake”

Hoste Alî diyar kir di gel umrê wî ya mezin ew dikare bixebite. Sedema vê yekê jî ew e ji ber ku ew cixare nakêşe ye. Dûvre Hoste wiha li axavtina xwe zêde kir:

 “Ez bi zarok û neviyên xwe serê sibê di saet 07.30an de têm vira. Ez ocaxa xwe pê dixim. Ez hesinê davêjim nav ocaxê. Ez gelemperî zirx çêdikim. Em piştî saet 11.00an dest bi kevirê dikin. Kêrên ku em dihelînin tûj dikin. Niha ez 60 salî me û ev 53 sal e ku ez vê karê dikim. Tabî bi heman şiklê ez vê karê hînê zarok û neviyên xwe jî dikim. Xebata serê ocaxê bi zehmet e lê ji ber ku ez cixare nakêşim min zêde aciz nake.”

Hoste Alî diyar kir ku ew ji xeynî çêkirina kêran zirx û satûrên ku wek sipariş jê tên xwestin jî çêdike. Hoste diyar kir ku ew di heman demê de him ew agirê geş dike û him jî diçe serê sindanê û li hesinê dixe.  

“Karê ku mirov bixwe neecibîne tu kes naecibîne”

Hoste diyar kir ku çendîn sal e ew vê karê dike. Dûvre Hoste wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji xwe însanê ku ji karê xwe hez neke nikare bixebite û bibe hoste. Divê ku mirov ji karê xwe hez bike da ku mirov bibe hoste. Karê ku mirov bixwe neecibîne tu kes naecibîne. Divê ku mirov karê dike ji bo xwe bike. Heke mirov ji bo kesên din bike mirov qet ser nakeve. Bes mirov dikare careke bike. Lê dema ku mirov ji bo xwe bike her tim dikare bike.”

“Hînbûna karê bav û kalan tişteke xweş e”

Law Erhan Kazê ku çêkirina kêran cem bavê xwe hîn bûye wiha axivî: “Ev 25 sal e ku ez vê karê dikim. Dema ez diçûm dibistanê piştî ku ez ji dibistanê derdiketim dihatim cem bavê xwe û hînê vê karê dibûm. Hêj jî ez vê karê didomînim.”

Nevî Mehmet Korkmaz jî diyar kir ku ew hewl dide ku çêkirina kêran hîn bibe. Korkamazê ku diyar kir 8 salê ew jî vê karê dike hewl dide ku baş vê karê hîn bibe. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir