• DOLAR 32.227
  • EURO 35.144
  • ALTIN 2472.485
  • ...
Esnafê Bedlîsî ji "Projeya Islehkirina Dikanên li Ser Çem" endîşedar in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dê li Bedlîsê dikanên li navenda bajêr ên li ser çe mdi bergeha “Projeya Islehkirina Dikanên li Ser Çem” de wein xerakirin lê esnaf di derbarê vê yekê de endîşedar e. Ji ber vê yekê esnaf dixwaze ku ew di vê mijarê de werin agahdarkirin da ku mexdûr nebin.

Li Bedlîsê dikanên ku li ser çem hatine sazkirin dê werin xerakirin. Lê esnaf endîşedar e. Her sal tê diyarkirin ku dê ev dikan werin xwerakirin. Heta gelek caran ev mijar ji hilbijartinê re dibe amûr. Ev dikanên ku tê diyarkirin dê di bergeha projeyê de werin islehkirin esnafê endîşedar dike.

Esnaf, ji ber ku endîşedar in nikarin melzeme têxin dikanên xwe

Tê diyarkirin ku dê nêzî 800 dikanan di bergeha projeyê de werin xerakirin û ev dikan li avahiyên ku li ser rêya Bedlîs-Tetwanê li kêleka Walîtyê werin bicîkirin. Lê gel di derbarê vê mijarê de endîşedar in.

Piştî ku qeyum ji şaredariyê re hat tayînkirin li hinek deran wek nivîs “ Bajarê veşartî dê derkeve holê” bîldbor hatine daliqandin. Lê bi vê yekê re endîşe û talaşa esnafê jî zêdetir bûye.

“Heke piştî dikanên me werin xerakirin dikanên din nedin me dê em êecbûr bimînin koç bikin”

Esnafê Bazara Rûsê ya li ser çem diyar dikin ku ew şaş û gêj bûne. Nizanin çi bikin. Ji esnafan Cemîl Genç, Mehmet Solmaz û Esat Akaslan wiha axivîn: “Esnaf, narahet e. Aramî û rêkûpêkekî tune. Heke dikan bên xerakirin bila me mexdûr nekin. Heke piştî dikanên me werin xerakirin dikanên din nedin me dê em êecbûr bimînin koç bikin. Pêwîst e ku bê telebkirina peran dikan bidin esnaf. Ji xwe li vir îş tune. Em 6 meh di bin berfê de ne. Bila me nekin koçber.”

“Wek esnaf em endîşedar in, em nizanin çi bikin”

Ji esnafan Sedat Înal, M. Can Înal, Kutbettîn Durak, Kadîr Duman, Ozgur Çagtay idîa kirin ku ew di derbarê mijarê de nehatine agahdarkirin. Dûvre wan wiha li axavtina xwe zêde kirin: “Heta îro kesên ku me wek wekîl şandiye Bedlîsê nehatine rewşa me nepirsîne. Çendîn sal e tê gotin ku dê dikanên li ser çemên Bedlîsê werin xerakirin. Îro rojeva Bedlîsê ev e. Wek esnaf em endîşedar in. Dîmenên bazara kê dê were sazkirin wek bîlbord daliqandine. Lê me esnafan ji vê yekê agahdar nekirine. Em nizanin çi bikin. Bila me mexdûr nekin. Bêkarî li bajêr zêde ye. Fabrîqekî di nav bajêr de tune.” (ÎLKHA)
























 

Bu haberler de ilginizi çekebilir