Bavekî din bi hesreta lawê xwe çû rehma Xweda
Bavê Emîn Sabazê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 16 sal e di girtîgehê de ye Mehmet Salîh Sabaz di nexweşxaneya ku dihat tedawîkirin de çû rehma Xweda.
Bavê Emîn Sabazê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 16 sal e di girtîgehê de ye Haci Mehmet Salîh Sabaz di Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê de ev nêzî 3 mehan bû ku tedawî didît. Hat ragihandin ku Sabaz çûye rehma Xweda.
Hat destnîşankirin ku dê îro Sabaz bibin memleketê wî ya Êlihê da ku defin bikin. (ÎLKHA)