Li Diyarbekirê 450 hezar xwendekar dest bi dersê kirin
Piştî tatîla ku di 23ê Çileyê dest pê kiribû re li Diyarbekirê nêzî447 hezarxwendekar û 18 hezar û 758 mamoste dest bi dersê kirin.
Xwendekarên ku piştî tatîlê dest bi dersê kirin di derbarê mijarê de hest û nerînên xwe anîn zimên.
Muhammed Enes Polat, Mehmet Meçîn, Zeynep Polat, Fatma Kazan, Esranur Atli, Helîn Rojda Gokdemîr û Mehmet Emîn Nergîz di derbarê mijarê de destnîşan kirin xwendin tiştekî xweş e, ew di betlaneyê de carinan dersên xwe xebitîne û carinan jî ji xwe re lîstine. Her wiha carinan jî çûne ziyareta naskriyên xwe.
Piştî tatîla ku di 23ê Çileyê dest pê kiribû re li tevahiya Tirkiyê nêzî 18 milyon xwendekar û 800 hezar mamoste dest bi dersê kirin.(ÎLKHA)