• DOLAR 32.216
  • EURO 34.737
  • ALTIN 2452.3
  • ...
 "Ev 2 sal alîkariya komirêji me re nayê kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Me temamê saziyan ziyaret kir lê tu kes li me venegeriya”

Pîreka bi navê Zahîde Eken di derbarê mijarê de destnîşan kir  ew herî dawî berî vê 2 salan alîkariya komirê standine. Eken dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Alîkariya komirê berî vê 2 salan ji me re hat kirin. Lê îsal nehat kirin. Ez bi tena serê xwe dijîm, tu kesî min tuneye. Me temamê saziyan ziyaret kir lê tu kes li me venegeriya. Her wiha ez nexweş im. Meaşê pîrbûnê, feqîrbûnê jî nadin me. Gelo ma ew ê alîkariya komirê ji me re bikin?”

“Me sobe daniye lê komira me ji bo şewitandinê tuneye”

Kesê bi navê Gulnaz Çinar û  Gulîstan Er jî di derbarê mijarê de destnîşan kirin ew, komira ji bo şewitandinê nikarin peyda bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji me re alîkariya komirê nehat kirin. Hewa pir serma ye, bila komirê bidin me. Ev bû demek zêde ku komir nedane me. Li gelek deran komirê belav kirin lê nedan me. Me sobe daniye lê komira me ya ji bo şewitandinê tuneye. Me sobe daniye lê komira me ji bo şewitandinê tuneye.”

Di derbarê mijarê de her wiha welatiyên bi navê Îlyas Bozan, Weysel Sever, Abdulbaqî Bektaş û Fîkriye Aslan destnîşan kirin ‘Alîkariya komirê ya ku pêwîst bû berî vê du mehan ji me re hatibana dayîn li îstasyona trênê tê sekinandin, diviyabû ji xelkê re alîkarî hatibana kirin, lê alîkarî nayê kirin. Em dixwazin demildest alîkariya komirê bê kirin.Em diqufilin, komirê belav nakin. Li serê her kolanê torbeya komirê bi 7 wereqe tê firotin. Dewlet her sala belaş dida lê îsal em bi pere distînin. Ev bû du sal ku alîkariya komirê nayê kirin.”

Walîtî: Dema ku serîlêdan hat kirin em ê alîkariyê bikin

Rayedarên Walîtiyê yên ku me bi wan re di derheqê mijarê de hevdîtin kir destnîşan kirin îsal li navçeya Baglara Diyarbekirê tu kesî ji bo alîkariya komirê serî li wan  nedaye û ger ku serîlêdan hat kirin ew ê alîkarî ji wan re bê bikin.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir