Kesên ku sextekariyê dikirin hatin binçavkirin
Li Sêrtê du kesên ku tê diyarkirin naskirîyên girtiyan xapandine hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Sêrtê ve di derbarê mijarê de hatiye dayîn de hat destnîşankirin ji wan re agahî hatiye ku hinek kes bi naskiryên kesên girtî yên ku ji PKKê hatin girtin re têketine têkiliyê û ji wan bi soza serbestberdanê pere standine.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ji ber vê agahî operasyon hat lidarxistin û di encama operasyonê de yek jê gundparêz tev de 2 kes hatin binçavkirin. Ji 2 kesên ku sewqî edliyê hatin kirin gundparêz hat girtin û kesê din jî bi şerta kontrola edlî hat serbestberdan. (ÎLKHA)