• DOLAR 32.453
  • EURO 34.656
  • ALTIN 2390.364
  • ...
SON DAKİKA
"Cudahiyên me tên îstîsmarkirin da ku alozî pêk were"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya Cemiyeta Mafên Însanan di derbarê êrîşa li Ortakoya Stenbolê hat lidarxistin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku cudahiyên gel tên îstîsmarkirin da ku ji aloziyê re  zemîn were sazkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Li Stenbolê di derekî şahiniyê de di derdora saetên herî ewil ên sala 2017an de êrîş hatiye lidarxistin. Di êrîşê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Êrîşekî terorî ya nû pêk hatiye. Di êrîşên terorî yên ku tu nirx û sînor nasnakin de armanc ew e ku hawîrdorekî wek qaos û tirsê pêk were. Di çarçova van êrîşên ku herî dawî pêk hatine de diyar e ku plan û hesabên xedartir pêk werin.”

Pêwîst e ku herkes xwedî aqlê selîm bibe

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hewl tê dayîn da ku di nabeyna gel de qaos pêk were. Dûvre Daxuyanî wiha hat domandin:Bi êrîşa ku hat lidarxistin hewl tê dayîn ku zemîna gengeşe û şerê pêk were. Cudahiyên me tên îstîsmarkirin da ku alozî pêk werin. Bi xwedî aqlêselîmbûna civakê re dê ev armancên hebîs û pîs pêk neyên.”

Di domahiya daxuyaniya ku ev êrîş hat şermezarkirin de wiha hat diyarkirin: “Bi hişmendiya cudahî, provokatîf, gotin û fiîlên ku ji hedefan dûrdikevin jî herî kêm qasê vê êrîşê xeternak e. Pêwîst e ku pirîm nedin van helwestên wiha. Bi çi hincetê dibe bila bibe em kesên vê êrîşê lidarxistine şermezar dikin. Serxweşî didin malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û ji birindaran re temeniya şîfayê dikin.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir