• DOLAR 32.383
  • EURO 34.709
  • ALTIN 2400.747
  • ...
Anatomiya 2016an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îşqala fiîlî, fizîkî û çandî ya emperyalîstan a ku çendîn sal e di erdnîgara Îslamê de didome bi taybet di sala 2016an de tovê ku di nav Umetê de de hatibû reşandin zîl da û bû sedema bûyerên dilşewat a ku êdî ji bîr naçe.

Emperyalîzma kûreyî bi rê û rêbazên xedarane êrîşê miletên Îslamê yên ku ji hev bûne, lawaz û bê tiwan bûne kirin. Bi vê yekê bûn sedema mirina bi hezaran Mislimanan. Bi milyonan jî bûn penaber û bajêr bûn kavil.

Di serî de Sûrî; li Iraq, Yemen, Bahreyn, Afxenistan, Misir û Lîbyayê bûyerên pir dilşewat pêk hatin, li Arakanê barbartiya çeteyên Budîst di qetlîamên sala 2016an de cî girt.

Di sala 2016an di erdnîgara Îslamê de li herêmên cûda êş û janên ku tu carî nayê ji bîrkirin pêk hat. li Tirkiyê jî siyaseta çalan a PKK/HDPê, bandora şerê Sûrî, hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref DYEyê ve hat piştgirîkirin û bandora wê 365 rojên salê mijûl kir.

Şerên di sala 2016an a ku bi siyaseta PKK/HDPê pêk hat, daxistina balafira Ûris a di heman salê de bi hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref DYEyê ve hat piştgirîkirin domî. Lê encamek nehat bidestxistin.

Hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi destê FETO/PDYyê pêk hat û ji teref DYEyê ve hat piştgirîkirin ji teref gel ve hat astengkirin. Êrîşên bombeyî yên ku çendek bû didomiya ji nû ve dest pê kir.

Ji herêma ku kontrola wê di destê DAÎŞê de bû ve roket ketin Kîlîs, êrîşa bombeyî li taxek Dîlokê a ku li dawetê hat kirin, dûvre Tirkiye bi Mertala Firatê têket derên ku li Sûrî di destê DAÎŞê de bû. Geh geh di şerên ku didome de tûndî zêde bû û bi piştgitriya Tirkiyê hêzên OSO têket El Babê.

Bi piştgirîdayîna DYE û NYyên ji PKK/FETO re ya eşkere têkiliyên Tirkiye û Xerbê xera bû. Di vê pêvajoyê de Tirkiye têkiliya xwe ya bi Ûris re ya ku xera bûbû ji nû ve sererast kir. Dûvre sefîrê Ûris Karlov ê Enqerê hat kuştin. Polesê ku qesta sefîrê kir hat kuştin.

Bê guman ji van pirsgirêkan ya herî girîng ew bû ku PKK di nav bajêran de di qadên ku însan dijîna de dûvre jî qedexeyên derketina derve hatin îlankirin. Di encama vê yekê de bi hezaran însan mirin û bajarên li vir bûn wekê yên Sûrî.

Her wiha redkirina îfadedana parlementerên HDPyî yên ku destnedayîna wan hat rakirin û dûvre jî bi pêvajoya binçaviyêa ku dest pê kir serokên şaredariyan hatin binçavkirin û dûvre jî hatin girtin. Ev mijarên herî girîng ên ku di rojeva Tirkiyê de cî girt bûn.

Di vê pêvajoyê de di serî de Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demşrtaş ê ku kiryarê bûyerên 6-8ê Cotmeha 2014an bû; gelek parlementer û Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak, Serokê Şaredariya Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ên ku siyaseta PKKê diyar dikirin hatin girtin. Piştî vê yekê jî qeyûm tayînê şaredariyan hatin kirin.

Di Tirkiyeya sala 2016an de bê guman mijarekê din a girîng MHP bû. Qazana ku ji teref pêşewantiya Meral Akşenera mixalifê rêvebiriya MHPê bû ve hat rakirin, nîqaşên di derheqê kongreyê de, helwesta neyînî ya li dijî Devlet Bahçelî bi hewldana derbeya 15ê Tîrmehê dawî lê hat.

Hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi destê FETO ve pêk hat û ji teref DYEyê ve hat piştgirîkirin di serî de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan; milet kir hedef. Gel tekoşînek cidî li dijî derbekeran kir. Ev tekoşîn hesaba DYE û Ewrûpayê ser û bin kir. Dûvre di lêpirsîn û operasyonan de bi hezaran endamên artêş û darazê, akademîsyen, polês û karkerên ku têkiliya wan bi FETO re heye ya ji wezîfê hatin dûrxistin an jî hatin girtin.

Di saetên ewil ên hewldana derbeyê Cemaeta Hîzbullah derêxist derve da ku di cade û kolanan de tekoşîn were kirin. Bi taybet gelê herêmên Rojhilat û Rojhilata Başûr derketin qadan û meşîn lidarxistin.

Di daxuyaniya ku ji teref navenda giştî yê HUDA PARê ve hat dayîn de di serî de dildarên xwe; hemî hemwelatiyan ji bo ku derkevin derve bangewazî kir. Saziyên HUDA PARê yên li bajar û navçeyên Tirkiyê piştî vê bangewaziyê li dijî cuntakeran tekoşîn kirin. Mehmet Karaaslanê endamê HUDA PARê yê ku ji bo li dijî derbekeran tekoşîn bike şeva 15ê Tîrmehê li ser Pira Bogazîçî ji teref derbekeran ve hat şehîdkirin.  

Di sala 2016an de HUDA PAR Kongreya Mezin a Asayî ya 2 yemîn li darxist û Zekeriya Yapicioglu ji nû ve wek Serokê Giştî yê HUDA PARê hat hilbijartin.

Di dîroka Tirkiyê de ev cara yekemîn e ku Meclîs hat bombebarankirin. Him jî ji teref endamên artêşa xwe bi xwe. Avahiya Serokkomartiyê û Serokkomar Erdogan bi xwe jî di hedefê de bûn. Şeva ku ev pêk hatin ji bo Tirkiyê bû mîlat.

Di sala 2016an a ku şerê Sûrî didomiya de bi hezaran kes hatin qetilkirin. Bi hezara kes ji mal û warên xwe bûn. Rejîma Baasê ya ku bi alîkariya Ûris gelek derên ji dest dabû dûbare bidest xist û bi qetlîamên mezin Helebê jî bi dest xist. Bi hezaran kesên siwîl ên li bajêr mexsûr mabûn bi alîkariya Tirkiye û Ûris çûn ciyên ewledar. Bi mutabaqata ku Wezîrên Karûbarên  Tirkiye, Îran û Ûris li hev hatin ji bo ku dawî li şerên Sûrî bê hêviyên nû çêbûn.

Li Xerbê dijmintiya Îslamê zêdetir bû û li gelek welatan ên wekê Fransa, Belçîka û Almanya partiyên rastgir derketin pêş û li hinek ji van welatan êrîşên bombeyî hatin lidarxistin. Li Fransayê OHALa ku piştî êrîşa Fransayê hat lidarxistin hatibû destpêkirin di sala 2016an de hat dirêjkirin.

YEya ku di sala 2016an de xera bû di nav xwe de pirsgirêkên wê çêbû. Gelê Îngilîstanê bi referandûmê biryara derêxistina ji YEyê hat dayîn û hinek welatên YEyê yên ku ji penaberan nerehet in dest bi nîqaşê kirin.

Têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê ya ku piştî êrîşa Mavî Marmarayê xera bûbû ji nû ve normal bû. Bi peymana ku li hev hatin ji bo her du aliyan sefîr hatin tayînkirin. Doza ku rêvebirên Mavî Marmarayê dihatin darizandin hat xerakirin.

Li DYEya ku bi polîtîkayên Rojhilata Navîn ji re bertek hat dayîn di meha Mijdarê de hilbijartin çêbû û Donald Trumpê ku qezenc kir wek surprîz hat nirxandin. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir