• DOLAR 32.222
  • EURO 34.725
  • ALTIN 2450.017
  • ...
"Pîrozkirina sersalê li Mislimanan nayê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Diyarbekiriyan ji ber ku hewl tê dayîn ku pîrozkirina sersalê û lîstina xumarê zêdetir bibe bertek nîşan dan û bal kişandin ku pîrozkirina sersalê li Misliman nayê.

Diyarbekiriyan diyar kirin ku pîrozkirina sersalê, ji wan projeyên Xerbê yên ku pê hewl tê dayîn Misliman ji Îslamê dûr bikevin di dînê Îslamê de qedexe ye û ev yek bes zirarê dide gel.

Ahmet Yuksel wiha di derbarê mijarê de axivî: “Sersal hatina dinê yê Hz Îsa ye. Divê ku em vê şevê bi selat û selam, nimêj û dia derbas bikin. Lê heke em rabin wekê adetên kafiran xwe bişibihînin wan, çam bixemilînin, elok şerjî bikin û piyangoyên neteweyî bigirin ev wehamet e.”

“Piyangoya neteweyî eyba me ya neteweyî ye”

Yuksel diyar kir ku piyangoya neteweyî  eyba neteweyî ye. Dûvre Yuksel wiha axavtina xwe domand: “Piyangoya neteweyî eyba me ya neteweyî ye. Rastî tiştekî pir bi eyb e. Pîyango bi xumarek a ku bi destê dewletê pêk tê ye. Piyango li Mislimanan nayê.”

Şahabettîn Demîr bal kişand ku pîrozkirina sersalê helwestekî rast nîne. Dûvre Dîmîr wiha diyar kir: “Pîrozkirina sersalê tiştekî baş nîne. Ji xeynî îbadeta ji bo Xweda pêştir tiştekî çêtir tune. Her rojên Xweda ji bo me îd e. Sersal ya Mislimanan nîne.”

“Di heyama ku însan dimirin de pîrozkirina şanîniyan çewt e”

Mustafa Ateş jî wiha diyar kir: “Di rewşekî wiha de di heyama  ku însan dimirin de şahînî wek însanî û Îslamî çewt e. Em sersalê pîroz nakin. Pîrozkirina sersalê heram e. Sersala me sersala hîcrî ye.”

Kemal Erdem diyar kir ku gor Îslamê divê mirov xwe neşibihîne Yahûdî û Xrîstiyanan. Dûvre Erdem wiha destnîşan kir: “Divê ku Misliman gor baweriya xwe hereket bike. Dînê me xweşibihandina Yahudî û Xirîstiyanan heram kiriye. Pêwîst e ku Misliman Pêxemberan ji xwe re binikin mînak.”

“Rizqên zarokan didin xumarê”

Abdullah Bozkuş jî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ku Misliman sersalê pîroz nekin. Lewra di adet û û şopînên me de ev tune. Ya herî girîng ev yek di dînê me de tune. Em li pîrozkirinên berê mêze dikin. Eraq tên vxwarin û bernameyên qeyrî Îslamî tên temaşakirin. Pîrozkirinên sersalê wek proje ji teref Xerbê ve tên lidarxistin. (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir