"Piyango çi qas millî be jî dîsa jî qumar e"
Îlahiyatnasên ku destnîşan kirin Piyangoya Millî û cûrên qumarê yên mîna vê tev heram in û diyar kirin çi qas navê millîbûnê li ser pîyongayê hebe jî dîsa wê taybetiya wê ya qumarbûnê ranake.
Prof. Dr. Hakan Olgunê Arîkarê Rektorê Zanîngeha Bîngolê û Dekanê Fakulteya Îlahiyatê di derbarê Piyangoya Neteweyî de nirxandinan kir û dest nîşan kir: “Çi qas navê millîbûnê li ser pîyongayê hebe jî dîsa wê taybetiya wê ya qumarbûnê ranake, kesên ku xwedî baweriyê ne divê qetîyen xwe nêzî nekin.”
Olgun di berdewama axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “ Pîyangoya Neteweyî her çi qas bi sersalê were rojevê jî di eslê xwe de lîstikeke ku li temamê salê tê lîstin e. Nexasim ji ber ku di sersalê de îkrameke mezin tê dayîn bala mirovan dikşîne li ser xwe. Her wiha ji ber ku di vî warî de gelek zêde reklam tên kirin di sersalê de tê rojevê. Em dibînin nexasim di sersalê de ji teref hinek koman ve wek navenda balkêşiyê tê dîtin.”
“Dînê me qetîyan pîyangoyê wek qumarê dinirxîne”
Olgun di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir qumar ji karên pîs û xirab a şeytan e û divê mirov xwe jê dûr bike. Olgun dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dînê me pîyango û navê wê çi dibe bila bibe tiştên bi vî awayî qetîyen wek qumarê dihesibîne. Qumar di Qur’ana Kerîm de wek ‘karê pîs a şeytan’ tê diyarkirin. Xweda qumar, eraq, tîrên falê û qurbanên ku li ber pûtan tên serjêkirin tîne ba hev. Xweda ji van tevan re dibêje ‘karên kirêt ên şeytan û karên wî yên pîs.’”
“Çi qas navê millîbûnê li ser pîyongayê hebe jî dîsa wê taybetiya wê ya qumarbûnê ranake”
Olgun di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir navê pîyongoyê ji ber ku bi destê dewletê bi şikleke fermî tê xebitandin navê millîbûnê lê hatiye dayîn û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Lê ka li vê derê binêrin, ev der pir muhîm e. Çi qas navê millîbûnê li ser pîyongayê hebe jî dîsa wê taybetiya wê ya qumarbûnê ranake.Em dikarin bi şikleke rihetî vê yekê bibêjin. Dixwaze bila millî be dixwaze bila ne millî be pîyango qumar e û divê însan teqez xwe jê dûr bikin. Lewra ev yek ‘ji karên pîs ên şeytan karek e.’(ÎLKHA)