• DOLAR 32.242
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2462.431
  • ...
"Em hêzên li pişta çalakiya wehşî û maşeyên wê şermezar dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi bangewaziya Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk endam û dildarên partiyê li ber Mizgefta Dolmabahçeyê hatin cemhev û li qada ku êrîş hat lidarxistin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hêzên kureyî yên li pişta vê êrîşê hatin şermezarkirin.

Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk di qada ku êrîş hatibû lidarxistin daxuyanî da û bal kişand ku teqandina wesayîtên bombebarkirî ya di qadên ku gel dijîn de bes xizmeta hêzên emperyalîstên xerbê dike.

Elîbuyuk ragihand ku ew êrîşên tên lidarxistin şermezar dikin. Dûvre Elîbuyuk wiha pê de çû: “Eşkereye ku êrîş xizmeta hêzên emperyalîst dike. Pêwîst e ku demildest ev agir were tefandin. Teqandina wesayîtên bombebarkirî ya di qadên ku gel dijîn de bes xizmeta hişmendî îdeolojiya hêzên emperyalîst ên Xerbê dike. Pêwîst e demildest dawî li rewşa hanî wehşiyane were.”

“Tu binasiya teqandina bombeyan tune”

Elîbuyuk di daxuyaniyê de ragihand çi dibe bila bibe ev êrîş fayde nadin tu kesî. Dûvre Elîbuyuk wiha pê de çû: “Ji kî tê bila bê û hedef çi dibe bila bibe em tetikkêş, hêzên tarî yên li pişta vê yekê û kesên ku di derbarê vê yekê de bendewarê alîkariyê ne şermezar dikin. Dema li wextê êrîşê tê mêzekirin diyar e ku hedef mirinên mezin bûye. Hedef çi dibe bila bibe tu binasiya teqandina bombeyan tune.”

“Êrîşa Stenbolê ji êrîşên ku hêzên emperyalîst di erdnîgara Îslamê de pêk tînin xweser nîne”

Elîbuyuk wiha destnîşan kir: “Ev êrîşa mel’un a ku hêzên emperyalîst wek siyasî, leşkerî, psîkolojîk an jî stratejîk bigihêjin armancên xwe ji êrîşên ku hêzên emperyalîst di erdnîgara Îslamê de wek qetlîam, êrîş û cinayet pêk tînin xweser nîne. Kî dibe bila bibe kesên ku ji van êrîşên terorî lidar dixin bes ji emperyalîstan re maşetî û xulamtî dikin. Em vê êrîşa wehşî  û maşeyên wan şermezar dikin û temenî dikin ku zêdetir mirin çênebe. Xweda rehma xwe li kesên di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bike. Serê malbatên wan xweş bibe û Xweda şîfa bide birîndaran.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir