Di operasyona tiryakê de 5 kes hatin binçavkirin
Li Mêrdînê di operasyona tiryakê ya ku hat kirin de 5 kes hatin binçavkirin.
Li Mêrdînê operasyona tiryakê hat lidarxistin.Di operasyonê de li ser Rêbeja Diyarbekirê di wesayîtan de lêgerîn hat kirin.Di lêgerînên ku hatin kirin de 33 kîlo 528 gram esrar û 12 lib hebên Ecstasy hatin bidestxistin.
Di lêgerînên ku hat kirin de 5 kesên bi navê N.A, O.G, Ş.A, V.E û M.H.D yên ku têkiliya wan bi tiryaka ku hatibû girtin re hebû hatin binçavkirin.Kesên ku hatin binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.(ÎLKHA)