• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
Ji Yapicioglu peyama Îda Qurbanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di peyama ku bi minasebeta Îda Qurbanê weşand de bal kişand ser tefrîqe, zulm, esaret û projeyên ku ji teref emperyalîstan ve wek hedef tê girtin.

Yapicioglu wiha destnîşan kir: “Xwedî Celal û Îkram Xwedê Teala mala ku dera bê şînayî û wek sade di nav newalekî de hatiye sazkirin wek mala xwe diyar kiriye û mala xwe jî ji bo însanan derekî civîn û qiyamê ragihandiye.” Dûvre Yapicioglu di peyamê de wiha belav kir:

 “Wekê her salan ji çar terafên cîhanê bi milyonan Misliman herikîn Beldeya Emîn. Ji her rengê însan berê xwe dane Beytullahê û bi birayên xwe yên ku zimanên wan fêm nakin sef girtine, wek bilindkirina navê Xweda nimêj dikin. Bi qomuta Allahû Ekber hemî bi hev re di hizûra Xweda de sekinîn, eniyên xwe danîn erdê û di secdê de seekinîn. Hacî ji cilên xwe derketin û di  nav îhramê de li Arafatê civiyan. Dê qurbanên xwe şerjî bikin û porên xwe jê bikin. Em nefikirîn ku wekê Beldeya Emîn dema ku dê em werin cemhev, yekitî û biratiya xwe saz bikin dê beldeyên me jî emîn û ewletir bibe. Di erdnîgara ku îşqal û tevlêheviyên navxwe didome de em dikevin îdekî din a ku wek jan û kovan debas sibe. Mislimanên ku ji ber tefrîqayê bê quwet bûne qûwetên xwe yên ku maye ji li dijî birêyên xwe xerc dikin û vî yekê jî wek beîs nabînin.”

Yapicioglu bal kişand ser tovên fitneya ku di nav Mislimanan de hatiye reşandin û wek nivîsandî wiha li peyamê zêde kir: “Ew di rêya neqenciyê de wek yekitî hereket dikin. Em di rêya heq de têketin tefrîqayê. Wan bajarên xwe îmar û ava kirin me yên xwe kir kavil. Dînê me bangewiziya yekitiyê ya li me nake? Rewşa perîşan a Ummetê çima xîreta me zêde nake? Nexwe ev rewş me kir bê hêvî? Faydeya bêhêviyê ji me re tune û tefrîqe li me nayê. Ji xwe erdnîgara Ummetê di vî halê de ye. Hewl didin ku Tirkiyê jî tevlêhev bikin.”

Yapicioglu bal kişan kesên ku di encama qumpasên FETO de hatine girtin carek din jî ji malbata xwe dûr îdê derbas dikin. Dûvre Yapicoglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hat fêmkirin ku ew kesên ku ji wan nebin û serî li ber wan netewînin wek dijmin dibînin. Bi meqamên ku di daraz û boruqrasiyê de bi destxistine dijî dijminên xwe wek çekên bandordar bikar anîne. Bi hezaran personelên qamuyê ji ber vî yekê ji wezîfê hatin dûrxistin. Gelek însanên mesûm û belengaz ên ku ji teref hakim û dozgeran ve hatine mexdûrkirin îdekî din jî ji malbatên xwe dûr derbas dikin. Ez temenî dikim ku ev cejna herî dawî ya li girtîgehê de bibe.”

Yapicioglu ragihand heta heq û mafên ku dûçarê neheqiyê bûne neyê dayîn, kesên ku azadiya wan ji destê wan hatine sitandin heyên azadkirinbes cezakirina kesên ku neheqî û zulmkirine edalet nîne. Dûvre Yapicioglu wiha dawî li peyamê anî: “Di serî de kesên ji ber ku hewl didin da ku heq û edalet were sazkirin dûçarê zulmê bûne û ji bo îbadet Beytullahê ziyaret kirine Îda Qurbanê ya hemî birayên min ên Misliman pîroz bibe û temenî dikim ku ev Îda Qurbanê bibe wesîla wehdet û xelasiya Ummetê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir