• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Ji bo mesleheta gel me qadan qet terk nekirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Dîlokê yê HUDA PARê Mehmet Nakşî Eratê ku beşdarê xwepêşanên dijî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya li bajarê Dîlokê dihat lidarxistin dibû destnîşan kir ku wan wek partî ji bo mesleheta gel me qadan qet terk nekiriye.

Erat bal kişand ku ji roja teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê pêk hatiye heta îro wan wek partî bi endam û nûnerên xwe ve her tim cem gelê xwe bûne û wan ji bo mesleheta gel qad û kolanan qet terk nekirine.

 “Em wek kesên xwedî namus cem gelê xwe bûn”

Erat diyar kir ku di pêvajoya derbeyê de ew wek kesên xwedî namus her tim cem gelê xwe bûne. Dûvre Erat wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me jî ji mesleheta gelê xwe ji şeva teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê heta niha qadan terk nekir. Em ji dî pêvajoya tgeşebusa derbeyê de wek kesên xwedî namus cem gelê xwe bûn. Dema me li cepheya bê namûsan mêze dikir me didît ku kesên derbeker û alîgirên wan hebûn. Ev kes û sazî pişta xwe didin DYE, NATO û Xerbê.”

“Gelê me bi derketina li qadan re dersên ku hewce dike da zaliman”

Erat ragihand ku wek partî wan şeva teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê şehîd dane û xeziyên wan jî hene. Dûvre Erat wiha li axavtina xwe zêde kir: “Armanca wan pêk anîna derbeyê nîne. Armanca wan ew e ku hemî çavkaniyên ser rûyê dinê û yên bin erdê ji hêzên şerê yên emperyalîst re pêşkêş bikin. ji ber vî yekê me jî dijî vî yekî şehîd dan û xeziyên me hene. Me qadan terk nekir. Gelê me bi derketina li qadan re dersên ku hewce dike da zaliman.”

 “Dê em tu caran firset nedin zaliman û sitûyên xwe li ber wan netewînin”

Erat wiha axavtina xwe domand: “Di bergeha biratî û yekitiyê de em bûn yek û me bersiva zaliman da. Înşaellah dê em vî yekê bidomînin. Bila zalim tiştekî wiha carek din qet neynin hişê xwe. Dê em tu caran firset nedin zaliman û sitûyên xwe li ber wan netewînin. Em dê pêşeroja xweû gelê xwe ji zalim DYE, NATO, Xerbê û Îsraîlê re pêşkeş nekin. Em di vî rêyê de canê xwe fida bikin jî dê em welatê xwe feda nekin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir