• DOLAR 32.279
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2446.811
  • ...
"PKK, bi êrîşên xwe yên bombeyî xelkê ceza dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya Cemiyeta Mustezefan ve di derbarê êrîşên bombeyî yên ku li Diyarbekir û navçeya Qosera Mêrdînê ji teref PKKê ve hat lidarxistin de daxuyaniya nivîskî da û êrîşa ku bû sedema mirina siwîlan şermezar kir.

Daxuyanî bi ayeta 42 yemîn a Sûreya Îbrahîmê dest pê kir: “Nebî, tu zen neke ku Xweda ji ya ku zalim dikin bê agah e! Bê guman ew wan bes dihêle roja ku çav zeloq dibin.” Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Wekê ku raya giştî jî dizane PKKyê ku ev nêzî nîv qerne ku li ser navê teleba mafên gelê Kurd ketiye rê îro roj bi êrîşên xwe yên wehşiyane bû sedema mirina bi hezaran însanan.  Gelek însanên ku di nav wan de dergûş jî hebûn hatine qetilkirin. Di van 2 salên dawî de PKK ji ber valahiya îktîdara li Sûrî bi alîgirên çep ên Tirkên Marjînal û komên bê qedr û qîmet re ketiye têkiliyê û li bajarên Kurdistanê bi êrîşên xwe yên bombeyî ve van bajaran ser û bin kiriye.”

 “PKK, bi êrîşên xwe yên bombeyî ceza dide gel”

Daxuyanî wiha hat domandin: “PKK, bi pêvajoya herî dawî ya ku hewl da siyaseta çalan tetbîq bike re gelê Kurd wek xayîn îlan kir û bi êrîşên xwe yên bombeyî ceza da gel. Heta niha bi vî yekê re PKK bû sedema mirin abi bi 10 hezar kesan û PKK bi van êrîşên xwe yên herî dawî re carek din da nîşandan ku dijminê gel e.”

 “Em bawer dikin ku PKK çi çax dibe bila bibe dê di xwîna kal û pîr, zarok û dergûşên ku mirine de bixeniqe”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Ji xwe eşkere ye dema ku li navenda bajaran êrîş were lidarxistin dê siwîl bimirin. Vî yekî dizanin û bi şiklekî zanîn di bin navê êrîşên ku li leşkere tê lidarxistin de siwîlan dikuje. Tu aliyekî ya ku were parastin a vî yekî tune. Em bawer dikin ku PKK çi çax dibe bila bibe dê di xwîna kal û pîr, zarok û dergûşên ku mirine de bixeniqe. Em bang li her kesî dikin ku bila bertek ji vî yekê re bidin nîşandan.”

Di dawiya daxuyaniya ku j teref Navenda Giştî ya Cemiyeta Mustezefan ve hat dayîn de wiha hat diyarkirin: “Bi minasebeta vî yekê Xweda rehma xwe li kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bike û serê malbat û hezkiriyên wan xweş bibe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir