• DOLAR 32.517
  • EURO 34.765
  • ALTIN 2399.842
  • ...
Li Agiriyê dest bi xisara hêlanê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku ji teref AFADa Agirî, Karûbarên Avê yên Dewletê (DSÎ) û şaredariya Xamurê ve li navçeyên Dûtax û Xemura Agiriyê ji bo ku texrîbata ku ji ber hêlanê pêk hatibû were tespîtkirin dest bi xebatê hat kirin.

Serokê Şaredariya Xamurê Cezmî Ergul destnîşan kir ji bo ku ev mexdûriyet ji holê rabe çi hewce dike dê were kirin. Dûvre Ergul wiha axavtina xwe domand: “Doh dema wextê fitarê di derdora saet 20.00an de li 4 gundên ku girêdayê navçeya me ne hêlan çêbû. Doh êvarê me derên hêlana ziyaret kirin. Xisar zêde pêk nehatiye. Lê li Gundê Aksuyê xisar zêde çêbûye. Doh AFADa Walîtiya Agirî, Midûrtiyên Bajêr ên Çandiniyê û şaredariya me dest bi xebatên tespîtê kirine. Li vir nêzê 50-60 serî dewar telef bûn. Her wiha 15-20 heb jî pez telef bûn. Çend mêvanên ku mamoste bûn jî hatibûn gund. Hêlan wesayîta wan jî biriye. Zirar zêde ye. Dewlet dê derfetên xwe seferber bike.”

Mixtarê Gund Nesîm Ozcan jî wiha axivî: “Doh dema ku em difitirîna ji nîşka ve hêlan çêbû. Di gêndê me de zirar çêbûye. Dewar û pezên me telef bûne. Mala me maye di bin avê de.”

Midûrê Şaxa Agiriyê yê Hîva Sor Felamuz Alpaslan wiha ragihand: “Dema ku me xeberê bihîst em wek Şaxên Agirî, Xemur û Dûtaxê çûn ciyê bûyerê. Piştî lêkolînan me kumpanya ji wan re anî. Dê kesên ku avê belav bike hebe û em dê êvarê îftar bidin.” (ÎLKHA)


 













































Bu haberler de ilginizi çekebilir