Çagri-Dera Kahtayê xebatên alîkariyê didomîne
Komaleya Çagri-Dera Kahtayê ya ku endamê Platforma Alîkariyê ya Kerwana Umûdê ye li navçeya Kahtaya Adiyamanê alîkariya kesên feqîr û muxtaç kir.
Komaleya Çagri-Dera Kahtayê li navçeya Kahtaya Adiyamanê di meha Remezanê de jî xebatên xwe yên alîkariyê didomîne.
Serokê Komîsyona Alîkariyê ya Çagri-Dera Kahtayê Ahmed Yilmaz di derbarê mijarê de bang ji kesên xêrxwaz kir da destê alîkariyê ji kesên feqîr û jar re dirêj bikin.Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me berîya Remezanê haziriyên xwe xelas kir û em a niha alîkariya ku me hazir kiribû ji kesên feqîr û muxtac re belav dikin.Me heta niha alîkariya 100 malbatî kir û em ê van xebatên xwe bidomînin.”(ÎLKHA)