• DOLAR 32.215
  • EURO 34.734
  • ALTIN 2452.381
  • ...
Îsyana bê avî û çopê ya gelê Şernexê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Şernexa ku ji 14ê Adarê pê ve (ji 3 mehan zêdetir) qedexeya derketina derve didome nişteciyên Taxa Gundogduyê yên ku malên xwe terk nekirine ji ber ku bê av in û qirş û qalê wan nayê berhevkirin ji rêvebiran re bertek nîşan dan.

Nişteciyên taxê diyar kirin ji roja ku qedexe dest pê kiriye heta îro qirş û qalên taxê nehatiye berhevkirin. Her wiha ev 2 meh e ku ava taxê jî hatiye birîn.

Nişteciyan diyar kirin ku heta niha çend caran li 155ê gerane lê di gel vê yekê ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Wek niştecî wan diyar kirin heke wiha bidome dê ew bi pirsgirêkên tendirustiyê re rû bi rû bimînin. Ji ber vî yekê wan diyar kirin divê ku ev pirsgirêk were çareserkirin.

 “Li taxê niha ji 200 kesan zêdetir kes dijîn”

Nurettîn Tatarê nişteciyê taxê diyar kir pirsgirêka wan a ku dengê xwe nikarin bigihînin rêvebiran heye. Her wiha Tatar bal kişand 2 meh e ku ev niyaziya xwe ya avê ji bîrê temîn dikin. Ew ava bîrê jî hindik maye ku biqede. Dûvre Tatar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di pêvajoya qedexeya derketina derve de malên xwe terk nekirin. Ev 3 meh zêdetir e ku qirş û qalên me nehatiye berhevkirin. Li taxê niha ji 200 kesan zêdetir kes dijîn. Pêşuyan taxê ji qirêjayê îstîla kirine. Ji ber qirêjayî pêşûyan em nikarin pencereyên xwe vekin. Her wiha ev nêzê 2 mehan e ku avame tune. Em bi avê bîrê niyaziyên xwe temîn dikin. Roj bi roj qirş zêdetir dibe.”

Di raya giştî de daxiyaniyên ku wek ‘alîkarê tê kirin’ rast nîne

Tatar destnîşan kir ku di raya giştî de rêvebir daxuyanî didin û dibêjin alîkarî li welatiyan tê kirin. Tatar bal kişand ku alîkarê li qurucuyan tê kirin lê yên din bê alîkarî dimînin.

Ji nişteciyên taxê Mehmet Kilinç ragihand ku li taxê roj bi roj xêrabtir dibe. Ji evr vî yekê Kilinç daxwaz kir ku ku bila ev pirsgirêka qirş û bê aviyê were çareserkirin. (ÎLKHA)


 









Bu haberler de ilginizi çekebilir