• DOLAR 32.21
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2449.402
  • ...
Karkerê şaredarîyê kete greva birçîbûnê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karkerê ku di şaredarîyê Yenîşehîrê de wek karkerê paqijiyê dixebitî ji ber ku ji teref şaredarîyê ve ji kar hatiye derxistin dest bi greva birçîbûnê kir.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin karkerê ku di şaredarîyê de wek karkerê paqijiyê dixebitî ji ber ku ji teref şaredarîyê ve ji kar hatiye derxistin li Xaçarêya Aydin Arslana Baglarê dest bi greva birçîbûnê kir.Kesê ku kete gireva birçîbûnê pankartên mîna yên ku li ser wan nivîsên ‘Ez ji PKKê 22 salan razam, lê min qet serê xwe li ber zilmê netewand’, ‘Ew ê berxwedana min a li dijî zilma Şaredariya Yenîşehîrê jî bi rûmet bibe’, ‘Ez dê qet serê xwe li ber zilma şaredarîyê netewînim’, ‘Ez li dijî mirina çeteya rantê ya olîgarşî ya Şaredariya Yenîşehîrê serî radikim û ez dest bi rojiya mirinê dikim ‘ hatibûn nivîsandin li ser bankê vekiribû.

Karker bala kesên ku ji wir derbas dibûn dikşand li ser xwe û karker bi ricaya çend kesên ku ji şaredarîyê hatin navbir da çalakîya xwe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir