Li Nisêbînê teqîn: 7 birîndar
Li navçeye Nisêbîna Mêrdînê di encama înfilaqbûna teqemeniyê de 7 leşker birîndar bûn.
Li navçeye Nisêbîna Mêrdînê ya ku 65 roj e qedexe û şer didome di encama înfilaqbûna teqemeniyê de 7 leşker birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin li Taxa Abdulkadîr Paşayê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqemeniya ku ji teref PKKyiyan ve hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin. Di encama înfilaqbûna teqemeniyê de 7 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Hat ragihandin ku li navçeyê şer didome. (ÎLKHA)