• DOLAR 32.453
  • EURO 34.664
  • ALTIN 2391.96
  • ...
Li Hollandayê coşa Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajarê Laheya Hollandayê ji teref Înîstatîfa Evîndarên Pêxember a Ewrûpayê, ÎHO-Ebrar û Mizgefta Hîcretê ya Den Haag ve bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Bername piştî Tîlaweta Pîroz bi xwendina Mewlîda Şerîf û îlahiyan hat domandin. 

“Bi hatina Resulullah (sxl) re di ciyê tefrîqe, nîfaq û lihevxistinê de biratî hat sazkirin”

Di bernamê de Alîkarê Serokê Yekitiya Alimên Îslamê yên Ewrûpayê Mucahît Haksever diyar kir ku bi wehya ku Hz Muhemmed (as) aniye re însanên ku çendîn sal di bin sîwanekê de nehatine cemhev, xwîna hewdu rijandine û çav berdane malên hevdu bûne birayên hev. Dûvre Haksever axavtina xwe wiha domand: “Di wehya ku Hz Muhemmed (as) aniye ev yek heye; ‘Me we ji jin û mêrek xuliqand. Hûn qewm bi qewm, ziman bi ziman û rengareng in lê Xweda we boyax kiriye. Wê rengê Xwedê Teala daye we û Xweda we reng bi reng kiriye. Bi hatina Resulullah (sxl) re di ciyê tefrîqe, nîfaq û lihevxistinê de biratî hat sazkirin. Lewra Îslamê dînê biratiyê ye.”

“Evîndariya Muhemmed dê însanan bîne cemhev”

Haksever destnîşan kir ku ji her wextê zêdetir mihtacê biratiyê ne. Dûvre Haksever axavtina xwe wiha domand: “Wekê qebîleyên Evs û Hazrecê Mislimanên ku îro xweîna hevdû dirêjin mihtacê biratiya ku di nabeyna Ensar û Mihaciran de hebû ne. Ji bo ku ev yek were tesîskirin Platforma Evîndarên Pêxember li Ewrûpa û Tirkiyeyê ji ber ku gihaştina giringiya evîndariya Pêxember van bernameyan lidar dixin. Lewra em dizanin ku evîndariya Muhemmed dê însanan bîne cemhev.”

“Kesên ku li pêy dînekê nû bigerin dê wekê kesên ku dînekê betal li hev dianîn rezîl bibin”

M. Fatîh Demîrtaşê ku wek gotarvan beşdarê bernamê bûbû diyar kir dînê ku Hz Muhemmedê (as) ku wek rehmet ji alemê re hatiye şandin aniye bê kêmasiye. Dûvre Demîrtaş wiha pê de çû: “Her kî ji xwe re lê pêy dînekê din bigere dê ew jî wekê kesên ku dînekê betal li hev dianîn rezîl bibe. Dînê Xweda û Pêxemberê Xweda pak û paqij e. Nayê qirêjkirin. Tu kes nikare peyamên Xwedê Teala û Pexemberê Xweda ji niyetên xwe yên çewt be bike amûr û kereste. Tu kes nikare li ser nevê Xweda yekî bikûje û bixeniqîne an jî dînê Îslamê têxe bin tekela xwe. Tu kes nikare Mislimanan tekfîr bike û Mislimanan ji xwe re bike dijmin.”  (ÎLKHA)


 









































Bu haberler de ilginizi çekebilir