• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Xelasiya Mescîda Eqsayê bes bi Qur'an û Sinnetê mimkûn e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Melayê Mescîdê Eqsayê Şêx Nureddîn Îshaq Recebî yê ku di bergeha bernameyên Wîladeta Pîroz de hatibû Rihayê di derbarê Mislimanan de ji ÎLKHAyê re axavtin kir.

Şêx Nureddîn diyar kir ji bo ku Mescîda Eqsa xelas bibe divê ku Misliman rêvebiran sererast bikin û bi dil û can bixebitin. Ev yek jî bes bi Qur’an û Sinnetê mimkûn e.

Şêx Nureddîn destnîşan kir ji ber ku gelê Rihayê Mescîda Eqsaye gelek hez dikin ew ji vê yekê pirr hestyar bûye. Dûvre Şêx Nureddîn axavtina xwe wiha domand: “Dema ku îro min vê qelebalixê dît carek din hat bîra min ku Mescîda Eqsayê çi peyamê dide min. Înşaellah dê ev însan îmana xwe ji dinyayê re îlan bikin. Ev qelebalix her gava ku tê ji bo Mescîda Eqsa re biavêjin dê bibîhîsin ku Mescîdê Eqsa ji wan re dibêje min xelas bikin. Dema ku min vî qelebalixê dît min dît ku peyama Mescîdê Eqsa ya ‘min xelas bikin’ gihaştiye her derê.”

 “Gelî Mislimanan! Dê hûn Mescîda Eqsa xelas bikin”

Şêx Nureddîn diyar kir ku Sîyonîst li herêmê her cûr êrîşê pêk tînin. Ji ber vê yekê Şêx Nureddîn wiha diyar kir: “Gelî Mislimanan! Dê hûn Mescîda Eqsa xelas bikin.”

Şêx Nureddîn belav kir ji bo ku Mescîda Eqsa xelas bibe divê ku Misliman rêvebiran sererast bikin û bi dil û can bixebitin. Dûvre Şêx Nureddîn wiha pê de çû: “Îro Sîyonîst û alîgirên wan alema Îslamê bi cedwelê xêz kirine û wek perçe perçe alema Îslamê ji hev veqetandine. Her çi qas hestên Mislimanan wek hev bibe jî mixabin rêvebirên Mislimanan wan pelt û pasif kirine. Em ji Xweda hêvîdar in ku gelê Misliman rêvebirên xwe isleh bikin û bi dil û can tekoşîn bikin. Ji xeynî vê yekê rêya me tune. Nexwe Misliman dê ne li miqabilê Mescîda Eqsa ne jî miqabilê Filîstîniyan de wezîfa xwe pêk bînin.”

 “Divê ku em ji nû ve ruhê tekoşînê di nav Ummetê de saz bikin”

Şêx Nureddîn axavtina xwe wiha domand: “Xelasiya Ummetê bes bi Qur’an û Sinnetê mimkûn e. Lewra Resulullah wiha dibêje; ‘Ez ji we re du tişt dihêlim. Dema ku hûn xwe liv an bigirin hûn ji rê dernakevin. Ew du tişt Quran û Sinnet e.’ Karê me ew e ku em van ji nû ve bixwînin ku em ji nû ve ruhê tekoşînê di nav Ummetê de saz bikin. Eshabê Kîram bi vî şiklê ket rê. Bes em jî wiha dikarin xelas bibin.” (ÎLKHA)



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir