Li Êlihê penagehên PKKê hatin îmhakirin
Hat ragihandin ku li navçeyên Heskîf û Gercewsê yên Êlihê 4 penagehên PKKê hatine îmhakirin.
Hat ragihandin ku ji teref Fermandariya Cendirmê ya Bajarê Êlihê ve li navçeyên Heskîf û Gercewsê yên Êlihê 4 penagehên PKKê hatine îmhakirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Êlihê ve hat dayîn de wiha hat diyar kirin: “Li navçeyên Heskîf û Gercewsê yên Êlihê û li hawîrdora Gundê Şemsê di encama lêgerînê de 4 penagehên PKKê hatine tespîtkirin.”
Di domahiya daxuyaniyê de hat belavkirin ji bo ku PKKyiyên li herêmê werin girtin operasyon hatine destpêkirin. (ÎLKHA)