Li Amedê 42 kîlo esrar hat bidestxistin
Li Êgila Amedê di wesayîtek de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 42 kîlo narkotît hat bidestxistin. Her wiha di derbarê bûyerê de jî kesek hat girtin.
Ji teref Walîtiya Amedê ve daxuyanî hat daxuyandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di wesayîtekê de 42,5 kîlo narkotîk hat bidestxistin.
Di dxuyaniyê de hat diyarkirin wesayîta taybet a ku tê de narkotîk hebû hat şopandin. Hat ragihandin ku di encama şopandinê de kesek hat girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî miemeleya edlî gumanbar hat girtin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Di wesayîtekê taybet de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de di baxaja wesayîtê de 42,5 kîlo narkotîk wek nav naylonê de pêçandî hat dîtin. Bi telîmata dozgeriyê hêzên ewlehiyê dest danîn ser esrarê. Her wiha di derbarê bûyerê de jî kesek hat giritn.” (ÎLKHA)