Qedexeya derketina derve li Nisêbînê ji bo demekê hat rakirin
Qedexeya derketina derve ya ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê berdewam dikir ji bona demekê hat rakirin.Qedexeya derketina derve wê di 16.00an de cardin dest pê bike.
Qedexeya derketina derve ya ku ji teref Qeymaqemtîya Nisêbînê ve li 4 taxan hatibû daxuyandin di navbera seat 09.00-16.00an de hat rakirin.
Di daxuyanîya ku ji teref qeymaqemtîyê ve hatîye dayîn de hat bîranin qedexeya derketina derve ji ber temînkirina ewlehîya can û mal a xelkê û ji bona bûyer bi dawî bibin hatibû îlankirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ji bona ku li Taxên Abduşkadîr Paşa, Firat, Yenîşehîr û Dîcleyê av,xurek û hewcîtîyên din werin tedarik kirin ji seat 09.00an heta 16.00an qedexe hatîye rakirin.(ÎLKHA)