Ji Îkra-Derê alîkarî
Komeleya Civakî, alîkarî û piştgiriyê ya Îkraya Siwêrekê alîkariya zexîrê ya malbata ku duh mala wê şewitî kir.
ÎKRA-DERa ku kar û barên xwe li Siwêrekê bi rê ve dibe, serdana malbata Çakmakê ya ku mala wê şewitîbû kir û zexîre da malbata Çakmakê.
Di derbarê mijarê de berpirsyarê Lijneya Alîkariya Îkrayê ya Swêrekê Kutbetîn Temûr wiha axivî: “ Duh li taxa Hayrîyeyê de şewat derketiye. Di encama şewatê de mala malbata Çakmakê zirarek mezin dîtiye. Wek lijneya ÎKRA-DERê me malbatê ziyaret kir û alîkariya erzaqê li malbatê kir. Me di derbarê hewcetiya malê de lîstekê amade kir. Em dê di bergeha derfetên xwe de alîkariyê xwe yên li malbatê bidomînin.
Malbata Çakmakê jî ji ber alîkariyên ÎKRA-DERê malavaya xwe anî zimên. Her wiha malbatê diyar kir ku şarederiya navçeyê hatiye malbatê ziyaret kiriye û şarederiyê destnîşan kiriye ku wek şaredarî dê di demekê kurt de mala wan ji nû ve saz bikin. (ÎLKHA)