Piştî camîyê mektebê şewitandin
Li navçeya Sûra Amedê ya ku hêj qedexeya derketina derve lê berdewam dike di pevçûnên ku pêk hatin de Dibistana Navîn a Yavuz Selîm şewitî.
Li navçeya Sûra Amedê ya ku hêj qedexeya derketina derve lê berdewam dike pevçûnên di navbera polês û PKKyîyan de berdewam dikin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin Dibistana Navîn a Yavuz Selîm ya ku li Taxa Dabanoglu ye ji ber pevçûnên ku pêk hatîne şewitî.
Berî niha ji ber ku ji teref PKKyîyan ve li taxê xendek hatibûn kolan û barîkat hatibûn danîn dayîna perwerdehîyê li mektebê rawestîyabû û xwendavanên mektebê neqlî mektebeke din hatibûn kirin.
Li navçê di pevçûnên ku duh pêk hatibûn de Camîya Fatîh Paşa(Kurşunlu) hatibû hedef standin û di camîyê de şewat derketibû. Ji ber ku îtfaîye nikaribû mudaxeleyî agir bike camî bi temametî şewitîbû.(ÎLKHA)