Li Mêrdînê êrîş li wesayîta eskerî hat kirin
Bombeya ku berê hatibû bi cî kirin di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de hat teqandin. Di bûyerê de çawîşek pisporî mir, 3 siwîl bi tevahî 9 kes jî birîndar bûn.
Di navçeya Artukluyê ya navenda Mêrdînê de bombeya ku berê hatibû bicî kirin dema ku wesayîta eskerî derbas bû bombe hat teqandin. Di bûyerê de çawîşek pisporî jiyana xwe ji dest da, 3 siwîl bitevahî 9 kes jî birîndar bûn.
Agahiyên ku hatin bidest xistin ber varê di saet 17.30an de di rêbeja Mêrdîn-Midyatê de ji teref PKKyîyan ve bombe hatibû bicî kirin. Bombe di dema ku wesayîta eskeran derbas bû de hat teqandin. Ji ber ku teqîn bi tûndî bû 7 eskerên ku di wesayîtê de bûn û 3 siwîlên ku di wesayîtên xwe de bûn birîndar bûn.
Kêsên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin çawîşa pisporî yê ku bi şiklekî giran birîndar bûbû digel midaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat ragihandin ku çawîşek pisporî jî bi şiklekî birîndar e wi rakirine emelîyatê.
Kesên ku di bûyerê de birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û Nexweşxaneyê ya Parka Mêrdîna Teybet. Di derbarê bûyerê de li herêm operasyon hat dest pê kirin.(İLKHA)