• DOLAR 32.217
  • EURO 34.708
  • ALTIN 2442.427
  • ...
Di êrîşên ku li Parîsê hatin kirin de hejmera mirîyan derkete 142an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di êrîşên ku li Parîsa paytexta Fransayê li cuhên cûrbecûr hatin kirin de heta niha 142 kes mirin, ji ber êrîşên ku hatine kirin li welêt ji teref Serokomar Françoîs Hollande ve rewşa derasayî hat îlankirin.

Ji ber êrîşên ku li welêt hatine lidarxistin Lijneya Wezîran a Fransayê li Qesra Elyseeyê civîneke derasayî li dar xist.Di civînê de ji teref Serokkomar Françoîs Hollande ve qerara berdewamkirina rewşa derasayî û qerara girtina sînoran da. Her wiha ji di civînê de rojev hat nirxandin.

Li gor çavkanîyên dozgerîyê di du êrîşên ku li derdora Stadyûmê û di êrîşa ku li Salona Konserê hatine kirin  de 126 kes , li gor çavkanîyên polêsan jî 142 kes mirin. Her wiha heta niha di derheqê hejmera birîndaran de tu agahîyên eseh nehat dayîn. Lê li gor agahîyên ku hatine bidestxsitin di encama êrîşên ku hatine kirin de 80 jê giran tevde 200 kes birîndar bûn.

Êrîşên çekdarî li sikaka Charonneya Herema 10emîn û li Salona Konserê ya Bataclana ya Herema 11emîn pêk hatin. Her wiha hat îddîakirin êrîşên ku li derdora stadyûmê hatine kirin dudo jê êrîşên xwekuj in . Ji xeynî êrîşên xwekuj her wiha dem dem li hinek cihan di navbera polês û êrîşkaran de pevçûn derket. Di encama pevçûnan de li gor agahîyan 3 êrîşkar mirin.

Hat ragihandin Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande ji ber êrîşên ku hatine kirin  ziyareta xwe ya Civîna Asta Bilind a G-20yê ya ku ew ê li Tirkîyê hatiba lidarxistin betal kir.(ÎLKHA)

 

 

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir