Yasîn Boru û hevalên wî wê li Denîzlîyê bên bibîranîn
Kordînatorîya Platforma Evîndarên Pêxember a Denîzlîyê wê bi bernameyekî Yasîn Boru û hevalên wî bi bîr bîne.
Platforma Evîndarên Pêxember a Koordînatorîya Denîzlîyê wê Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6 û 7ê cotmeha sala borî de hatibûn qetilkirin bi bîr bîne.
Koordînatorê Platforma Evîndarên Pêxember a Denîzlîyê Yunus Akbay destnîşan kir ku bername wê di 11ê cotmehê roja yekşemê seat 14.00an de li Navenda Perwerdehîya Xelkê ya Denîzlîyê bê lidarxistin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew wek Koordînatorîya Êvîndarên Pêxember a Denîzlîyê Şehîd Yasîn û hevalên wî yên ku di bûyerên 6 û 7ê cotmehê de bi şiklekî wehşîyane hatibûn qetilkirin bi bîr bînin. Me bi vê niyetê xwest ku bi bernameyekî wan bi bîr bînin. Bi iznillah em ê roja yekşemê li Navenda Perwerdehîya Xelkê ya Denîzlîyê bernameya xwe li dar bixin. Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk jî wê beşdarî bernamê bibe.Her wiha me sazîyên civakî yên sivîl, partîyên siyasî û temamê xelkê xwe dawetî vê bernameyê kir.”(ÎLKHA)