• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Şermezarkirina bi şiddet a  vê êrîşê wezîfeyeke însanîyetê  ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez di derheqê êrîşa bombeyî ya ku li Enqerê hatibû kirin de daxuyanîyeke nivîskî da. Gormez di daxuyanîyê de destnîşan kir şermezarkirina bi şiddet a vê êrîşê wezîfeyeke insanîyetê ye.

Gormez di berdewama daxuyanîya ku da de wiha destnîşan kir: “Vê êrîşa terorê ya ku li Enqerê hat kirin armanca wê her çi be, ji teref kî ve û bi çi niyetê hatibe kirin divê mirov nede ber çavê xwe û vê êrîşê şermezar bike.Lewra ev wezîfeyeke însanîyetê ye.Temamên êrîşên terorê tel’în kirine heq dikin.”

Gormez di dawîya daxuyanîya ku da de destnîşan kir ku li hemberî van êrîşan divê mirov li ber xwe bide  û li biratîyê xwedî derbikeve.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir