Li Farqînê êrîşa çekdarî li çawîşê pîspor hat kirin
Li navçeya Farqîna Diyarbekirê çawîşê pîspor ê ku êrîşa çekdarî lê hat kirin jiyana xwe ji dest da.
Hat îddîakirin li Taxa Ferîduna navçeya Farqîna Amedê 4 kesên ku nasnameyên wan nedîyar in bi çekên lûle dirêj êrîşî çawîşê pîspor kirin.Di êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de çawîşê pîspor jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin êrîşa çekdarî îro di derdora seat 07.30an de li Taxa Ferîduna Farqînê pêk hat.Çawîşê pîspor ê ku di êrîşê de birîndar bûbû rakirin nexweşxanê.Çawîşê pîspor di rêya nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da.Her wiha hat diyarkirin li navçê wesayîta çawîşekî pîspor jî hatîye şewitandin.
Li navçê ji ber êrîşa ku hat kirin operasyon hat despêkirin.(ÎLKHA)