825 STK wê îro li Diyarbekirê banga aştîyê bike
825 STKyên ku li heremê fealîyetên xwe didomînin wê îro ji bona pêvajoya pevçûnê bi dawî bibe li Qada Şêx Seîd banga aştîyê bikin.
Ji bona pevçûnên ku nêzî du mehan di nava navçê û bajêran de didomin bi dawî bibin 825 STKyên ku li Rojhilat û Başurê rojhilat fealîyetên xwe didomînin wê îro li Diyarbekirê banga aştîyê bikin.
825 sazîyên mîna MEMUR-SEN, OZGUR-DER,AYDER, Komeleya Parastina Rûmetên Diyarbekirê ,Ocakên AKê , TESÇAG di 15ê îlonê li roja sêşembê li Qada Şêx Seîd di seat 12.00an de bi slogana “Dengek Dilek” bernameyeke girseyî li dar bixin.
Di wê bernameya ku wê bê lidarxistin de ji bona pevçûn werin dawî kirin bang wê bê kirin.(ÎLKHA)