• DOLAR 32.223
  • EURO 35.028
  • ALTIN 2444.935
  • ...
Platforma Evîndarên Pêxember êrîşa ku ji teref îsraîl ve li Mescîda Eqsayê hatîye kirin tel'în kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Evîndarên Pêxember êrîşa ku ji teref sîyonîst îsraîl ve hatîye kirin bi daxuyanîyeke nivîskî tel’în kir û wiha hat destnîşan kir: “ Ev êrîşa ku li Mescîda Eqsayê hatîye kirin nayê qebûlkirin.Misliman wê li dijî êrîşên ku li muqaddesatên îslamê tên kirin bisekinin û ew ê li Mescîda Eqsayê xwedî derbikevin.”

Di daxuyanîya ku hat dayîn de wiha hat destnîşankirin: “Ji bona mîna van êrîşên ku tên kirin bisekinin divê misliman di nav xwe de bibin yek û di qada siyasî, îktîsadî û eskerî de hêztir û quwwettir bibin.”

Di dawîya daxuyanîyê de êrîşa ku ji teref sîyonîst îsraîl ve hatîye kirin wiha hat tel’înkirin: “Li dijî êrîşên ku ji teref sîyonîstan ve tên kirin divê temamê mislimanan  hestyar û hesas bin.Em vê êrîşa ku ji teref çeteyên terorê yên sîyonîst îsraîl ve hatine kirin tel’în û şermezar dikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir