Navdareke din a alema îslamê çû rehma Xwedê: Vehbe Zuhaylî
Ji alimên navdar a alema îslamê Prof. Dr. Şêx Vehbe Ez Zuhaylîyê Sûriyeyî di pey xwe de gelek berhemên giranbaha hişt û çû rehma Xwedê.
Alimê navdar a alema îslamê Prof. Dr. Şêx Vehbe Ez Zuhaylîyê Sûriyeyî di alema îslamê de bi taybetî jî bi berhemên xwe yên ku di mijara tefsir û fiqhê de nivîsandibû dihat naskirin roja şemîya borî di 83 salîya xwe de çû rehma Xwedê.
Wefata Şêx Vehbe Zuhaylî
Alimê navdar ê ku bi berhemên giranbaha yên ku dinivîsand di alema îslamê de dihate naskirin li Şamê cihê ku hatibû dinyayê, vê şemîya borî di 81 salîya xwe de rehmet kir. Malbata Zuhaylî destnîşan kirin dema ku ew rabûne nimêja sibê dibînin ku Zuhaylî rehmet kiriye.
Prof. Dr. Şêx Vehbe Mustafa Zuhaylî kî ye?
Prof. Dr. Şêx Vehbe Ez Zuhaylî di sala 1932an de li Deyr Atîyyeya navçeya Kalamuna Sûrî hate dinyayê. Zuhaylî zarokekî xwedî teqwa bû.
Zuhaylî dibistana seretayî li bajêra Mîlata Sûrî xwend. Zuhaylî piştî ku vê derê dibistanê xelas dike di sala 1946an de derbasî Şamê dibe û dibistana navîn û lîseyê li wê derê dixwîne.Li Şamê tevde 14 salan dimîne. Mekteba Fakulteya Şerîatê bi yekembûnê xelas dike. Zuhaylî piştî ku perwerdehîya xwe li Şamê xelas dike êdî derbasî Misirê dibe û li wê derê dest bi tahsîla ilma bilind dike.
Zuhaylî li Misirê li Zanîngeha El Ezherê Fakulteya Şerîatê , Fakulteya Edebîyatê, Beşên Edebîyat û Zimanê Erebî û her wiha li Zanîngeha Ayni Şemsê jî Fakulteya Hiqûqê xelas dike.
Zuhaylî ji xeynî van perwerdehîyên ku ditîye her wiha di serî de li Siûd, Sudan û her wiha li gelek welatên din ders û seminer dane. Ji xeynî dayîna dersan her wiha di kanalên radyoyê yên cuda de dersên fiqhê jî dane û qeydên van jî niha jî hene.
Berhemên Prof. Dr. Şêx Vehbe Mustafa Zuhaylî
Prof. Dr. Şêx Vehbe Mustafa Zuhaylî her çiqas di alema îslamê de bi kitêbên xwe fiqh û tefsîrê bê nasîn jî di gelek mijarên din de jî kitêb nivîsandine. Nêzî 47 berhemê Prof. Dr. Şêx Vehbe Mustafa Zuhaylî hene. Tercumeya gelek berhemên wî bi tirkî û ingilîzî hatiye kirin. Hinek berhemên wî ev in:
Tefsîrul Münîr (16 cîlt) - Tefsîr el Vecîz (4 cîlt) - Îslam Fikhi ve Delîllerî (11 cîlt) - Vecîz Usul ul Fikih ( Fikih metodolojîsî) - Muasir Îslam Fikhi (8 cîlt) - Îslam Fikih Ansîklopedîsî (16 cîlt) (ÎLKHA)