• DOLAR 32.409
  • EURO 34.667
  • ALTIN 2393.53
  • ...
Azîm-Der fealîyêtên alîkarîyê ya meha Remezanê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Azîm Dera ku li navçeya Midyada Mêrdînê fealîyetên alîkarîyê dikir û teqdîrê xelkê standibû di meha Remezanê de jî fealîyetên xwe yên alîkarîyê ji bona jar, feqîr, belengaz û bêkesan didomîne.  Ji 20 malbatên ku ji teref komisyona alîkarîyê ve hatibûn tesbît kirin re  alîkarîya paketa erzaqê hat birin.

M. Seîd Başaran ê ku seroka komîsyona alîkarîyê, di derbarê  alîkarîyên ku di meha Remezanê de hatine kirin de wiha axivî: “Daxwaza me ew e ku em ji van alîkarîyên ku me kiriye zêdetir alîkarîyan bikin. Xwedê ji wan kesên xêrxwaz û ji  kesên ku keda wan di  vê alîkarîyê de heye razî be.”

Başaran axatina xwe wiha domand: “Ew kumanyayên Remezanê yên ku me bi alîkarîyê xêrxwazan amadekiribû ji wan malbatên muxtac re hatin birin. Bi rastî jî gelek malbatên muxtac û feqîr hene.  Dibe ku hinek ji van malan 12 mehan jî goşt tênakeve nava malan. Em jî dixwazin di vî warî bi alîkarîya xêrxwazan piçek be jî vê birîna birîndaran derman bikin.”

Başaran wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me wek Azîm-Derê li heftîya pêşîya me ji bona feqîr û muxtacan xwarina fitarê bidin. Temamê xelkê me dawetkirîyê vê fitarê ye.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir