• DOLAR 32.262
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2399.989
  • ...
Ji camîayên îslamî re bangewazîya xwedî derketina  HUDA PARê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Bawerî û Hûrrîyetên Însanî nameya sersaxîyê ji bo 2 endamên HUDA PARê yên ku li gundê Xanikê ya ku girêdayê navçeya Hezexa Şirnexê ji teref HDPyîyan ve hatibûn qetilkirin weşand û ji camîayên îslamî re bangewazîya xwedîderketina HUDA PARê kir.

Di nameya ku hat weşandin de di darbarê rojevê de wiha hat  gotin: “ HDP/PKK di pêvajoya hilbijartinê de li rojava xwe şîrîn nîşan dide û hinek kes jî wan bi şiklekî  xwînşîrîn û xwingermî dide nas kirin. Her tim behsa demokrasiye dike. Lê belê li Kurdistanê rewş ne mîna rojava ye. HDP/PKK li Kurdistanê têdikeve rewşa wehşîtî, zordarî û despotî ye.  Di destekî wî de tifing di deste dî de jî nameyên tehdîdê ra ji bo hilbijartinan ji xelkê dixwaze. Ew HDP/PKK tenê di nav xwe de15 hezar elemanê xwe kuşt, xwîna 10 hezaran mirovan rijand û axa Kurdistanê xistin gola xwînê. Ev HDP/PKK ji xwe pê ve tu kesê din qebûl nake. Her tim zordarî û zextan li xelkê dike.”

“Ev şerê ku hûn dikin şerê bi dînê îslamê û bi misilmanan re ye”

Di berdawama nameya ku hat weşandin de wiha hat ragihandin: “Ey HDP/PKK! We bi 10 hezaran însan kuşt û ji xwîna wan jî bendavekî mezin a bixwîn ava kir. Hûn jî baş dizanin ku bi van kuştinan hûn nikarin bendavê derbas bikin. Ev şerê we ya ku hûn dikin bi dînê îslamê û bi misilmanan re ye. Vê taşarontîya emperyalîstan terk bikin. Dawî li wê şerê ku bi misilmanan re dikin bînin. Berî ku misilman hers bibin dawî li vê şerê bînin.

“Meqama hikumetê ne cihê gazin û fîzara ye”

Di nameye de ji hikumetê re jî bertek hat nişandan û wiha hat gotin: “Ey rayedarên hikumetê! Hûn dizanin ku HDP/PKK li Kurdistanê çi zext û zordarîyan dike. Lê belê hûn di ser vê zanabûna xwe de tenê hûn gazin û fîzarê dikin. Ev rewşa we rewşekî pêkenok e. Meqamên ku hûn lê rûniştînê ne cihê fîzar û gazin kirine ye.”

“Em ji camîayên îslamî re bangawazîya xwedîderketina HUDA PARê dikin”

Di nameye de bang li temamê misilmanan hat kirin û wiha hat îfade kirin: “ Em piştî van bûyeran ji temamê camîayên îslamî re bangewazîya xwedîderketina HUDA PARê  dikin. Divê tu car neyê ji bîr kirin ku heger HUDA PAR ji holê were rakirin wê deme tu camîa ,sazî û cemaat nikare xwe li ber HDP/PKKyê xwe bigre. Ji vî tiştî re mînaka herî xweşik mînaka 6 û 8ê cotmehê ye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir