• DOLAR 32.219
  • EURO 35.028
  • ALTIN 2440.295
  • ...
" Wan şehadet qezenc kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Xanikê ya ku girêdaye navçeya Hezexa Şirnexê ye HDPyîyan bi hinceta xebatên hilbijartinê çûbûn gund û du endamên HUDA PARê Mehmet Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan qetil kiribûn. Me jî di derbarê şehîdan de bi malbatên şehîdan re hevdîtinek pêk anî.

 “Ew şehîd bûn”

Rabîa Şîmşek a ku dêya Mehmet Şerîf Şîmşek e di derbarê lawê xwe de wiha destnişan kir: “Lawê min şehîdê îslam û Qur’anê ye. Lawê min Mihemed tabiê Şehîd Abdulgafur, Şehîd Hûseyn e. TabiêŞehîd Yasînê ku li Amedê hatîye şewitandinê ye. Hemû wek heve, gelo qey hemû ne ji heman sedemê hatin şehîd kirin? Hemû bira ne, xwîna wan jî mîna hevdu ye û xwîna wan jî ji heman sedemê hat rijandin. Abdûlcelîl jî kurmamê min bû. Hemd ji Xwedê Teala re, ew şehîd bûn.

“Ez ji vê derê silavan ji bavê xwe re dişenim”

Şûheda Şîmşeka 10 salî ya ku qîza Şehîd Mehmet Şîmşek bû di derbarê bavê xwe de wiha axivî: “ Bavê min ji bona ku ez şehîd bibim navê min Şûheda danî. Bavê min li gundê ku welidî şehîd bû. Dema ku bavê min şehîd bû ez ne girîyam û ne jî xemgîn bûm. Lewra bavê min şehadete qezenc kir. Ez ji vê derê silavan ji bavê xwe re dişenim.”

“Ez ê lawên xwe Yûsif û Hûseyn jî di rêya Xwedê de feda bikim”

Emîne Şîmşek a ku xanima Şehîd Mehmet Şîmşek di derbarê şehîdîya hevserê xwe de wiha axivî: “ Ez ji ber şehîdîya hevserê xwe qet xemgîn nebûm. Du lawê min bi navê Hûseyn (9) û Yûsif(5) hene, ez ê wan jî di rêya Xwedê de feda bikim. Mêrê min her tim ji min re digot ku ‘ez ê jî rêya wan şehîdên li gund bişopenim û ez ê jî di rê yên wan de biçim.’ Hemd ji Xwedê Teala re ku mêrê min şehîd bû. Mêrê min bû mevanê wan şehîdan.  Bi izna Xwedê em jî di rêya wan de ne.  Ez ê lawên xwe wiha mezin bikim da ku  ji bo Qur’anê bixwenin û pê emel bikin.  Ya Rebbê min tu sebrê bidî min.  Mêrê min berî ku bimrî heftîyekî paketek destmelên şil anî û ji min re got ku ‘Ev ji bo mêvanê min e, dema ku mêvanên min hatin ew ê tu deynî li ber wan.’ Niha jî mêvan hatin. Sibeha ku hat şehîd kirin min pêlava wî boyax kir. Dema ku ji malê derket ji min xatir xwast û got ‘Zarok bipêşanî emanetî Xwedê ne dûv re jî emanetî te ne.’ İnşallah ez ê xwedî li emaneta wî derkevim. Ez qet xemgîn nabim. Gelo mêrê min ji nevîyên Hz. Resûlûllah Hûseyn û Hasan çêtirtir e? Yên vê derê mişrik bûn ku Şerîf qetil kirin.”

“Em jî di rêya doz û daw a wî de ne”

Adîle Talayhan a ku dêya Şehîd Abdûlcelîl Talayhan e di derbarê şehîdîya lawê xwe de wiha ragihand: “Lawê min mirovekî fedakar bû, zirara wî  negihaştibû ti kesî. Xwedî namûs bû. Ji malbat û xwedîyê xwe re qenc bû. Lawê min şehîd bû. Xwedê Teala vê mertebeya şehîdîyê qebûl bike. Ya Rebbî em nelayiqê vê nîmetê ne, ya Rebbî tu vê şehîdîya laeê min qebûl bikî û tu me bidî xatirê xwîna wî.Em jî di rêya doz û dawa wî de ne.”

 “We bavê min çima kuşt?”

Asîye Talayhan a ku hevserê Şehîd Abdulcelîl Talyahan bû wiha îfade kir: “Şehadeta mêrê min pîroz be, lê belê ev tiştê ku hatinê kirin jî li cem wan kesên ku vî tiştî kirine bila nemine.”

Zehra Talayhana 13 salî  ya ku  qîza Şehîd Abdûlcelîl Talayhan bû  bikelegirî wiha got: “ Bavê min çûbû zevîyê, lê belê zaliman wî kuştin. Bavê min çi kiribû ji we çima wî kuşt.”(İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir