• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
SON DAKİKA
Ji teref Cemîyeta Mistezafan daxuyanîya Ûbeydûllah Durna
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber salvegera qetilkirina arîkarê serokê Cem’îyeta Mistezafan a şaxa Geverê ji tefr navenda giştî ya Cemîyeta Mistezafan ve daxuyanîyekî çapemenî ya nivîskî hat belvkirin.

Di daxuyanîya çapemenî ya nivîskî de wiha hat gotin:  Di navbera hêzên  dewleta ku bi hezar dek û dolaban bi zordarîyê dixwazin ku pêşîya xizmetên îslamî bigrin û komên ku zahirên maf û heqên kurdan diparezin de tu cudahî tune ye. Ew hêzên kûr yên ku li Tirkîyeyê rejîm piştgirîye didi wan gelek zilm û zordarî li kesên ku misilmanin kirin. Lê belê ji wê rojê pê ve her çiqas wext derbas bû cihên wan kesên ku rejîmê piştgirî dida wan qetilên herêmî  girt. Ev qetilên herêmî dema ku zirarekî biçûk jî lê were kirin dibe hawar hawara wî. Ev qetilên herêmî li cihên kul ê bihêz in ji xwe û ji fikra xwe pê ve tu tiştê din qebûl nake. Di ser vê qebûl nekirinê de dixwazî ku wan kesên ne weke xwe bi şiklekî faşîst ji holê rake. Ji ber vê yekê ew qetilên herêmî bi sedan carî êrîşî avahîyên komele û partîyên îslamî kirin. dev ji van êrîşan bedrin , ew kesên faşîst û qetilên herêmî qesta cana kesên misilman dikin. Ji van tiştan re bûyerê Geverê mînak e. Ew kesên nemerd qetilên herêmî  piştî ku êrîşî komeleya me ya ku li Geverê ye dikin birayekî me şehîd dikin.”

“Failên van êrîşan PKK û niçikên PKK yên siyasî ne”

Daxuyanîya çapemenî ya nivîskî wiha hat domandin: “ Failên bûyera qetilkirina Ûbeydûllah Dûrna dîyar e. Faliên vê bûyerê PKK û niçikên PKK yên siyasî ne.  Xwîna birayê me şehîd Ûbeydûllah  li ser dest û kincên wan qetilên herêmî ne. Ew kes di heman qetlîama 6-7ê cotmehê de jî berpirsîyarin. Ew qetilên herêmî Yasîn Boru û hevalên wî bi şîklelî nemerdane qetil kirin. Di van qetlîaman de her çi qas dest û sûcê PKK û niçikên wî yên siyasî hebe , ew qas jî sûc û qebeheta hezên dewletî  jî heye. Lewra dema ku êrîş l ime û hevalên me tên kirin hêzên dewleta tirko qet bi vî karî eleqedar nabe û hê zêdetir wan qatilên herçmî teşwîqê êrîşan dikin.”

Di dawîya daxuyanîya çapêmenî ya nivîskî da wiha hat gotin: “ Ew xwîna ku birayê me Ûbeydûllah di rêya Xwedê de feda kir ew ê li Kurdistan û Geverê gelek tov û bizrikan heşîn bike û  berekete têxe da’wa îslamê.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir