• DOLAR 32.238
  • EURO 34.758
  • ALTIN 2436.168
  • ...
Di şewitîna pazara taxê de îdîayên wehîm
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bazara taxê ya ku li meheleya Şehîtlîkê ya bajaroka Yenîşehîre ye duh êvarî ji teref kesên ku nasnameyên wan nedîyar ve hat şewitandin.

Li ser vê bûyera şewitandinê, xwedîyê febrîkaya şûştinan a  xalîyan Mehmet Murat Dayi wiha got:  zirara min bi xwe 300 hezar lîre ye.

Hat îdîa kirin ku bazara taxê duh êvarî dor seat 01.00ab de ji teref du kesên ku nasnameyên wan nedîyar ve hatîye şewitandin û dema bazarê dişewitenin dorevanê bazarê ji tirsa revîyaye. Di bûyera şewitandinê de yek trembêl û 2 mînîbus şewîtî.

“An hûn ê van deran biterikenin an jî tiştê ku pêwîste em ê bikin”

Dikandarekî ku nexwast navê xwe eşkere biki di derbarê vê bûyerê de wiha ragihand: Ji teref şaredarîyê ve ji bo ku em dikanan bigirin gef û tehtîd l ime hat kirin.

Dikandarekî din ku ew jî nedixwast navê xwe bide wiha îfade kir: “ Berî niha hevserokê şaredarîya mezin a Amadê Firat Anlî  di derbarê dikandarên ku li  Kuçeya Sanatê bûn wiha tehtîd kiribû ‘An hûn ê vê derê vala bikin an jî ji bo vî tiştî çi pêwîst be em ê bikin.’ Heman heşyarîyê li me jî kir. Lê belê ji ber ku ji bo debarê tu karê me tunebû me dikanên xwe vala nekir. Ew jî li gor fitrata xwe kirin.Malik li me xera kirin û dikanên me şewitandin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir