• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Îşxalkeran, li Şerîayê Filistînîyeke din şehîd kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hêzên dagirker danê vê sibehê êrîşî bajaroka Dêr El-Xusûn a li bakurê Tulkermê û malek dorpêç kirin.

Şahidên bûyerê gotin ku hêzên îşxalker mal bi roketan hedef girtin, Buldozera hêzên îşxalker cenazeyê şehîd ê ku heta niha nasnameya wî nehat zanîn ji bin xirbeyên malê derxistin û avêtin erdê û destûr nedan ambulans bigihêjin şehîd.

Hate diyarkirin ku dagirkeran 8 saetan mal dorpêç kirine, li bajêr qedexeya derketina derve îlan kirine û bi kûçikên polîsan li enqaza malê geriyan.

Tûgayên Îzzeddîn El-Qessamê ragihandin ku mucahîdên wan tevî berxwedarên komên din li bajarokê Dêr El-Xusûn ê li bakurê Tulkeremê li dijî hêzên dagirker li ber xwe dan.

Hate diyarkirin ku di dema dorpêça ku bi saetan dewam kir de hêzên îşxalker dest bi hilweşandina malê kirin.

Hat ragihandin ku dagirkeran li mala Seleme Bedranê birayê fermandarê Tûgayên El-Qessam Fewaz Bedrane ku di Întîfadaya Eqsayê de şehîd bibû, gelek berxwedêr dorpêç kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir