HUDA PARê xelqê Dîyarbekirê  vexwand panela “Kurdî Dibijêrim”

Serokatîya Karên Perwerdehî ya HUDA PARê, ji bona ku xelk mafê xwe ya zimanê dayîkê hîn bibe wê îro li Dîyarbekirê bi şîara “Kurdî Dibijêrim” bernameyek tertîp bike.

Ekleme: 28.01.2024 10:35:37 / Güncelleme: 28.01.2024 10:35:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin ku ew ê bername di seat 14.00an de li Navenda Kongre û Çanda Sezaî Karkoçê bê lidarxistin.

Parêzêr Muhammed Ata Yuksel ku ew ê moderatorîya bernameyê bike derheqê bernameyê de axivî û hemû xelkê Dîyarbekirê dawetî bernameyê kir.

Yuksel îfade kir ku armanca bernameyê “şiûrkirina xelkê ji bo mafê zimanê dayîkê ye”.

Yuksel weha got, “Em dibêjin ku xwedî li zimanê xwe derkevin, zimanê xwe biparêzin û bi sibe roja xwe re bighêjînin. Çîmkî ziman, ji bo sibe roja me mîrasekî ye û di navbera me û pêşerojê de wezîfeya pirê dibîne. Em vê bernameyê wek destpêkê qebûl dikin. Ev pêvajo merheleya ewil e. Yanê ew ê ev pêvajo hem ji bona me hem jî ji bona xelkê me dewrekî nû ye.” (ÎLKHA)