Li Hîndistanê qezaya trênê: 10 mirî, 25 birîndar

Li Hîndistanê du trên li hev qelibîn, di encamê de 10 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 30.10.2023 09:25:34 / Güncelleme: 30.10.2023 09:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li wîlayeta Andhra Pradesha Hîndistanê du trênên rêwîyan ên bi navê Vishakhapatnam-Palasa û Visakhapatnam-Ragada li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 4 wagon ji rê derketin, 10 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.

Li herêma qezayê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêj didome.

Li Hîndistanê li Balasoreya ku girêdayê wîlayeta Orîsssayê ye di 2yê Hezîranê de 3 trên li hev qelibîn û di encama wê qezayê de jî 292 kes miribûn. (ÎLKHA)