Li Dîyarbekirê ji bo Fîlîstînê dua hat kirin

Li Diyarbekirê ji bo xelkê mezlûm yê Filistînê û operasyona Tofana Eqsayê, di nimêja serê sibê de di camiya Demîrokê de dûa hat kirin.

Ekleme: 27.10.2023 11:15:50 / Güncelleme: 27.10.2023 11:15:50 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bernameya “Duakirina Di Nimêja Serê Sibehê De” yê ku HUDA PAR îlan kiribû bênavber didome.

Her roj di camîyekî de ji bo Fîlîstînê bernameya duayê tê lidarxistin, beşdarîya Dîyarbekirîyan jî bênavber berdewam dike.

Li alîyekî li Kayapinarê konekî hatîye vekirin û ew kon 24 seat vekirîye, li alîyekî jî her roj di camîyekî de di dema nimêja serê sibehê ji bo Fîlîstînê dua tê kirin.

Bernameya ku îro hat kirin di Camîya Demîroka Gazîlera Dîyarbekirê de hat lidarxistin.

Dîyarbekirîyan bi azanê nimêja serê sibehê kirin, dûre jî ji bo birayên xwe yên Fîlîstînê nimêja cenaze ya xîyabî eda kirin.

Piştî nimêjê dest hatin vekirin û dûa hatin kirin. (ÎLKHA)