Qada Yenîkapiyê li benda “Evîndarên Pêxember”e

Ji bo bernameya Mewlida Nebî ya bi temaya "Rêberê Cîhadê Hz. Muhammed" ku wê îro di saet 14.00an de li Qada Mitînga Yenîkapiyê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê lidarxistin hemû amadekarî qedîyane qad li benda gel e.

Ekleme: 05.05.2024 14:15:27 / Güncelleme: 05.05.2024 14:15:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xeyrî branda û afîşên ku ev hefteyeke li gelek cihên bajar tên daliqandin, bi îlanên desta jî gelê Stenbolê hat dewetkirin bernameyê.

Amadehiyên platform û kermesê duh heta derengîya şevê ji li qadê dewan kir.

Qada ku li benda mazûvanîya gel e, bi tedbîrên tund ên ewlehiyê hat girtin.

Wêneyên ji xeyrî Şehîd Salîh Arûrî, Yasîn Boru, Aytaç Baran û Hasan Saklanan, ê Ebû Ubeydeyê ku bu navê sembol yê berxwedana Filistînê jî hat danîn qadê. (İLKHA)