Lîderên HAMAS, Hîzbullah û Cîhada Îslamî li Beyrûdê hevdîtin kirin

Hat ragihandin lîderên HAMAS, Hîzbullah û Cîhada Îslamî li Beyrûdê hevdîtin kirin.

Ekleme: 25.10.2023 11:55:35 / Güncelleme: 25.10.2023 11:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hevdîtin di navbera Sekreterê Giştî yê Harekata Hîzbullah Seyyîd Hesen Nasrallah, Alîkarê Serokê Buroya Sîyasî yê Hamasê Salih el-Arurî û Sekreterê Giştî yê Hareketa Cîhada Îslamî yê Filistînê Zîyad en-Nahale de pêk hat.

Hat ragihandin di hevdîtinê de geşedanên operasyona Tofana Eqsayê ji serî heta dawîyê bi şiklekî hûrgilî hatin nirxandin.

Hat hînbûn di hevdîtinê de hat diyarkirin ew ê temamê cepheyên berxwedanê bênavber li dijî rejîma îşxalker micade bikin û li ber xwe bidin.(ÎLKHA)