Li 77 bajaran operasyonên Sîbergoz-37an hat kirin: 156 binçavî

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya daxuyand ku di çarçoveya Micadeleya Li dijî Tacizkirina Zarokan a Înternetê de li 77 bajaran di operasyona hemwext de 156 şikbar hatin girtin.

Ekleme: 03.05.2024 14:09:29 / Güncelleme: 03.05.2024 14:09:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di çarçoveya xebatên ku di çarçoveya xebatên ku di koordînasyona Serokatiya Daîreya Micadeleya li dijî Sûcên Sîberê yên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê da tên kirin, li Edene, Semsûr, Afyonkarahîsar, Agirî, Aksaray, Amasya, Enqere, Antalya, Artvîn, Aydin, Balıkesîr, Bartin, Êlih, Bîlecîk, Çewlig, Bedlîs, Bolu, Burdur, Bûrsa, Çeneqqele, Çanqiri, Çorum, Denîzlî, Diyarbekîr, Duzce, Edîrne, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Eskişehir, Entab, Gîresun, Xetay, Stenbol, Îğdir, Qers, Qastamonû, Qeyserî, Gurgum, Qarabuk, Qaraman, Qirikkale, Qirklareli, Kirşehir, Kilîs, Qocaelî, Qonya, Kutahya, Meletî, Manisa, Mêrdîn, Mêrsîn, Muğla, Mûş, Nevşehir, Nîxde, Ordu, Sakarye, Samsun, Sêrt, Sînop, Sêwas, Riha, Şirnex, Tekîrdag, Tokat, Trabzon, Ûşaq, Wan, Yalova, Yozgat, Zonguldak û Bayburtê bi navê "SİBERGÖZ-37"ê operasyon hatin lidarxistin.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî belavkir, diyar kir ku di encama xebatên ku bi saziyên navneteweyî yên bi navê CPS (Pergala Parastina Zarokan) û NCMEC (Navenda Neteweyî ya Zarokên Winda û Îstîsmarê) tên kirin; diyar kir ku 156 şikdar hatin girtin.

Di encama operasyonan de gelek malzemeyên dijîtal hatin desteserkirin. (ÎLKHA)