HAMAS derheqê 2 girtiyên ku dixwazin serbest bên berdan  daxuytanî da

HAMASê diyar kir ku di çarçoveya pêwîstiyeke exlaqî de dixwazin 2 jinên êsîr serbest berdin, Tûgayên Qassam jî diyar kirin ku ew amade ne sibe her du jinên çsîr bên berdan.

Ekleme: 22.10.2023 11:35:37 / Güncelleme: 22.10.2023 11:35:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rêveberê dosyaya girtiyan a HAMASê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêşniyara berdana 2 girtiyên jin ji ber pêwîstiya manewî ya berxwedanê hatiye girtin.

Rayedar bal kişand ku bi hezaran Filistînî bê sûc û ceza di girtîgehên dagîrkeriyê da tên ragirtin û wiha got, "Li gor me sivîl kartên bazariyê nînin, dema şert û mercên qadê pêk hatin em ê wan berdin."

Rejîma îşxalker girtina girtiyan red kir

Berdevkê Tugayên Qassam Ebû Ubeyde di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku şeva borî wan rayedarên Qeterê agahdar kirine ku ew ê girtiyên bi navê Nûrit Yitzhak û Yocheved Lifshitz serbest berdin.

Ebû Ubeyde tekez kir ku wan ji ber sedemên pêwîst ên mirovî û bi temamî bê pere dixwazin girtiyan berdin û diyar kir ku dewleta îşxalker red kir ku girtiyan paşde vegerîne.

Di berxwedanê de zêdetirî 250 girtî hene. (ÎLKHA)